İbrahim Atmaca
21 Sibat 2021•Rojanekirin: 22 Sibat 2021
Ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya şepe, cemed û qeşayê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û ewrayî be, li Wan û Hekariyê berf wê bibare.
Li herêmê germa hewayê li gor demsalê wê zêde bibe.
Nava roja germa hewayê ya herî zêde li Hekariyê pileyek, li Mûşê 0, di binê sifirê da li Bidlîsê 6 û li Wanê pileyek tê payîn.
Ji ber ku li ber pal û berpalan talûkeya şepeyê heye û li herêmê qeşa û cemed tê payîn, divê welatî baldar û bi tevdîr bin.
- Li 4 bajarên herêma Rojhilatê rêya 307 tax û gundan girtiye
Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê ji ber berf û bagerê rêya 307 tax û gundan girtiye.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li bajêr ji ber berfê rêya 115 taxa û gundan hat girtin.
Ekîbên rêvekirinê li herêmê xebatên xwe didomînin.
Ji ber ku rêya Wan û Baxçesarayê girtiye, çûyîn û hatin ji ser Hîzana navçeya Bidlîsê çêdibe.
- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bidlîsê Umît Kurtkan diyar kir ku berf û bagerê rêya 80 tax û gundan girt.
Ekîbên berfê yên Îdareya Taybet û Şaredariyê berfa rêyên gundan û kuçe û kolanan avêtin û xoyê reşandin.
- Hekarî
Li Hekariyê ji ber berf, bager û şepeyê rêya 21 gundan û 60 mezrayan hat girtin.
Ekîbên berfê yên Îdareya Taybet ji bo rêya 81 rêyan vekin dixebitin.
- Mûş
Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Nîhat Rençber got ku li seranserê bajêr rêya 31 gundan girtiye û ji bo vekirinê ekîb şev û roj dixebitin.
Ji ber berfê navenda bajêr çîl û spî bû.