Jiyan

Li Rojhilatê Anadoluyê wê baran bibare

Ji nîvro pê va Erzirom, Erzingan, Qers û Erdexan di serî de li herêmê baran wê bibare.

Türkan Tosun  | 27.05.2018 - Rojanekırın : 28.05.2018
Li Rojhilatê Anadoluyê wê baran bibare

Erzurum

ERZURUM 

Li Erzirom, Erzingan, Qers û Erdexanê barana gur wê bibare.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, ji nîvro pê va Erzirom, Erzingan, Qers û Erdexan di serî de li herêmê baran wê bibare.

Hat ragihandin germahî wê li gor demsalê be.

Li herêmê wê ji hêla bakur û bakurê rojhilat va car caran ba wê çêbibe.

Germahiya herî kêm a bi şev li Qersê 4, li Erdexan û Agiriyê 6, li Erziromê 8, li Îdir û Erzinganê 13, li Tûnceliyê 14 pile hat pîvan.

Tê texmînkirin bi roj germahiya hewayê wê li Îdirê 30, li Tûnceliyê 28, li Erzinganê 27, li Agiriyê 23, li Qers û Erdexanê 22, li Erziromê jî 21 pile be.

Li herêmê di nav 24 saetan de serê mêtrokareyê li Qersê 8,2 kîlogram, li Erdexanê jî 0,2 kîlogram baran barî.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın