Jiyan

Li Rihayê şîva fitarê li firinan tê çêkirin

Li Rihayê welatiyên ji bo fitarê amadehiyan dikin ewilî xwarina xav di sêniyan da bi cih dikin û paşê wê sêniyê dibin firneyeke kevir û şîvê dipêjînin û tînin ser sifreya fitarê.

Abdullah Tel  | 26.05.2018 - Rojanekırın : 27.05.2018
Li Rihayê şîva fitarê li firinan tê çêkirin

Şanlıurfa

ŞANLIURFA

Rihaya ku di qada xwerin û xurekê da yek ji bajarê herî dewlemend ê Tirkiyeyê ye di meha remezanê da jî ji vê çanda xwe paşve namîne. Lewra şêniyên bajêr gelek xwarinên xwe li malê bi awayek xav amade dikin, di sêniyan da bi cih dikin û dişînin firneyên binî kevir ên ku li çar aliyê bajêr hene.

Ji nava lehmecûnê bigir, heta dolmeyan, ji wê bigir heta tirşik û gelek tehmên cihê li firneyên taxan tên çêkirin.

Li çar aliyê bajêr xwarinên bi biharat, bi îsot û bi salçe yên ku welatî ji xwe ra li malê amade dikin hema bêje di firneyên li serê her kuçeyê hene da belaş dipêjin.

Bi taybetî beriya fitarê qelebalixiya li pêş firneyan zêde dibe û herkes dixwaze ku şîva xwe bigihîne sifreya fitarê.

Hin caran heman rewş ji bo paşîvê jî pêk tê û milet vê carê jî hewl dide ku xwarina xwe bigihîne paşîvê.

Mehmet Saygiyê ku li Taxa Devteştiyê ya li ser Xelîliyeyê firneya wî heye got ku ew ji bo xwarinan bigihînin fitarê hewl didin û wiha pê da çû: "Li Rihayê firne nebin nabe. Di rojên din da jî karê me zêde ye lê di meha remezanê da bi taybetî zêde dibe. Piştî nîvrojê li vê derê kar giran dibe, tirşik, pîvaz, bajik, balîcan, fringî, kebab, nok, nîsik, birinc, savar û gelek tiştên din milet li malê amade dike û tîne em jî ji wan ra di firneyê da dipêjin. Bi xêra me karê kevaniyan kêm dibe."

Remzî Aslanê ku li Taxa Karakopruyê firina wî heye jî got ku karê wan bi taybetî di meha remezanê da zêde dibe, em van xwarinan bê pere dipêjin û ji ber ku ev wek edet di nav milet da belav bûye û loma em milet paşve naşînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın