Ji meteorolojiyê hişyariya baranê
Li bendê ne ku li Behra Sipî ya Rojhilat û Navîn, qeraxê Berhra Reş a Navîn, Behra Reş a Rojhilat, Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, Karaman, Nîxde, Qeyserî, Sêwas û Sînopê baran bibare.
Haydar Şahin
2020 ж. 02 қаңтар•Rojanekirin: 2020 ж. 02 қаңтар
Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li navîn û rojhilatê welêt hewayê ewravî be.
Tê texmînkirin ku li Behra Sipî ya Rojhilat û Navîn, qeraxê Berhra Reş a Navîn, Behra Reş a Rojhilat, Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, Karaman, Nîxde, Qeyserî, Sêwas û Sînopê baran bibare.
Li gor texmînan li herêmên peravê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê şilî, li herêmên din jî şilope û berfê bibare.
Li bendê ne ku li başûrê rojavayê Marmarayê û Egeya Bakur bayê ji aliyên bakur û bakurê rojhilat ra rabe.