İbrahim Atmaca
02 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2020
Li Mûşê hespa ku piyê wê şikestî hat dîtin, tê dermankirin.
Walî Îlker Gunduzoz li ser agahiya ku welatiyan li gundê Alanîçiyê yê li ser navendê hespeke pêşikestî dît, telîmat da cendirmeyan.
Ekîb çûn herêmê û hespa ku terikandî, hildan bin parastinê. Piştî ku ekîbên berfê rê vekirin, beytar çû gund û tesbît kir ku piyê paşiyê yê rastê şikestiye.
Ekîbên Şaredariya Mûşê, Îdareya Taybet a Bajêr û Midûriya Bajêr a Çandinî û Daristanê piştî xebata 9 saetan hesp bir Bazara Heywanên Zindî. Li bazarê midaxaleya ewil li hespê kirin û wê bişînin Fakulteya Veterîneriyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil Vanê.
Her wiha 2 hespên din jî li herêmê hatin dîtin û gundiyan ji xwe ra hildan.