Veysel Eşin
11 Adar 2026•Rojanekirin: 12 Adar 2026
Li Milazgira navçeya Mûşê li gor kevneşopiya deftera deynan (deftera zimemê) a ku ji dema Osmaniyan maye da deynên welatiyan ên li dikanekê hatin dayîn.
Kevneşopiya "deftera deynan" rêbazeke alîkariya hevbeş e ku di serdema Osmaniyan da kesên dewlemend bi saya wê deynên kesên ku derfeta wan ne baş e didan, ne deyndar û ne jî kesên ku deynên wan hatine dayîn hevdu didîtin.
Polês Mustafa Şahînê ku li Enqereyê wezîfedar e jî di çarçoveya vê kevneşopiyê da deynên kesên ku ji dikana Osman Ugurbaş tişt û xwarin deyn kirine da.
Ugurbaş ji ber tevgera Şahîn hestiyar bû û wiha axivî: "Ez nêzîkî 30 salan e dikandariyê dikim. Hin welatiyên me car caran danûstandina bi deyn dikin. Birayê me Mustafa Şahîn xwe gihande me û got ew dixwaze hin deynên ku li deftera deynan hatine nivîsandin bide. Bi rastî jî ev tevgereke pir baş û xweş e. Xwedê ji wî razî be."
Saddam Gezerê ku deynê wî hatiye dayîn jî wiha got: "Di meha remezanê da ji ber qenciyeke wiha em pir hestiyar bûn. Dema em hîn bûn ku deynên me hatine dayîn em pir şa bûn. Xwedê ji wî kesê ku ev qenciya kiriye razî be."