Hilmi Tunahan Karakaya,Cüneyt Çelik,Günay Nuh
12 Adar 2026•Rojanekirin: 12 Adar 2026
Li Erzirom, Qers û Erdexanê hewaya sar bandoreke neyînî li jiyanê dike.
Li Erziroma ku germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 13 pile hat pîvan, li ser lewheyên kargehan şembelûk çêbûn.
Li bajarê ku daran û paceyên wesayîtan qeşa girt, li ser rê û peyarêyan jî qeşa çêbû.

- Qers
Li Qersê germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 6 pile hat pîvan.
Li bajêr berfa ku duh êvarê dest pê kiribû, serê sibê jî dewam kir.
Ji ber berfê li ser hin rêyan mesafeya dîtinê kêm bû û şofêran zehmetî kişand.

- Erdexan
Li Erdexanê jî hewaya sar bandora xwe didomîne.
Li bajarê ku germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da heta 12 pileyan kêm bû, qeşa çêbû.
Ji ber sermayê rûyê hin çeman cemidî, li ser rê û peyarêyan jî qeşa çêbû.
