Bahar Tanrıtanır,Şener Toktaş,İbrahim Yaldız
12 Adar 2026•Rojanekirin: 14 Adar 2026
Li Wan, Mûş û Bidlîs ji ber şertên neyînî yên hewayê rêya 30 cih û waran girtî ye.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber berf û bagerê li bajêr rêya 9 cih û waran hat girtin.
Ekîbên berfê yên ku ji duh va rêya 31 taxan vekir, xebatên xwe didomînin ku 9 rêyên girtî yên mayî jî vekin.
- Mûş
Li Mûşê bi tesîra berfê di veguhestinê da tengasî çêbûn.
Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Şeyhmus Yentur diyar kir ku li tevahiya parêzgehê ji ber berfê rêya 14 gundan hat girtin.
Yentur bal kişand ku ekîbên wan li qadê xebatên xwe didomînin ku rêyan vekin. Yentur her wiha diyar kir ku li deverên çiyayî stûriya berfê cih cihan digihîje 2 metreyan.
- Bidlîs
Li Bidlîsê ji ber berf û bagerê rêya 7 gundan hat girtin.
Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Umît Kurtkan diyar kir ku li bajêr ekîbên berfê xebatên xwe didomînin ku rêyên gundan ên ji ber berfê hatin girtin, vekin.
Kurtkan her wiha destnîşan kir ku ekîbên berfê di rêyên gundan da yên ku berî niha vekirin, xebata firehkirinê dimeşînin.