Di çarçoveya "Projeya Rotarya Navneteweyî bi Astengdaran ra li Lûtkeyê ye - Em Hilpazî Nemrûd Dibin" da ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê û ji derveyî welêt astengdar hatin Kehtaya navçeya Adiyemanê û derketin Xirabeyên Çiyayê Nemrûd.
Kulûba Rotaryê ya Nemrûd a Adiyemanê îsal cara 24emîn e ku çalakî li dar xist û astengdar bi piştgiriya beşdaran derketin xirabeyên ku bilindahiya wê 2 hezar û 206 mêtre ye. Beşdaran li vê derê peykerên terikî tedqîq kirin, li ber peykeran wêneya xatireyê dan kişandin.
Di çarçoveya çalakiyê da hunermend Eylul Ergulê li tepa Çiyayê Nemrûd konsereke piçûk da.
Gamze Sakalliogluya ku ji Samsunê beşdarî çalakiyê bû, diyar kir ku ew cara ewil derket ser Çiyayê Nemrûd û bû heyranê wê, daxuyand ku divê her kes xirabeyên vê derê bibîne.
Ji aliyê din va di çalakiyê da ji beşdaran ra "çîgê bê goşt ê Adiyemanê" yê tescîlkirî hat îkramkirin.