Davutoglu got ku yên ku Adnan Menderes dar ve kir û yên ku ji Turgut Ozal û Necmettîn Erbakan re dibûn asteng heman kes bûn. Davutoglu daxuyand ku ew dixwazin navbera neviyên wan kesên ku li Milazgirê û Çanakkaleyê ji hev veneqetiyan xirab bikin û wiha axivî:
"Li Milazgirê di nav artêşa Alpaslan de tirk, kurd û zaza jî hebûn. Wisa ku yên ne misilman jî di nav wan de hebû. Ew gel ji bo armancekî derketibûn rê. Gel navê civaka ji heman dozê bawer dike û heman îmanê ve derdikeve rê ye. Gel navê dilekî xurt e. Ew kesên ku xwedî wî dilê xurt in jî perçeyê wî gelî ye. Me li Çanakkaleyê bi hev re ev ax parast. Bingeha pêvajoya çareseriyê û projeya biratiyê ev e. Di nav kesên ku li ser vê axê dijîn de tu kes ji yên din zêdetir nîne. Tu nijad ên din zêdetir nîne. Tu herêm ên din zêdetir nîne. Beravajî vê heke em mil bidin hev wê demê em ê cîhanê bihejînin. Ew vê dizanin, ji ber wê dixwazin fitneyê bixin nav me."
Davutoglu diyar kir ku dema di sala 1993an de 33 leşker hatin kuştin ew bi malbatên leşkeran ve hatiye li cem hev. Li wir dema ku wî rûyê Salihayê nîhêriye kemiliyet dîtiye û wiha axivî:
"Min destê Salihayê maç kir. Heke wê demê ji hişê min re gelo ew tirk e, kurd e an zaza ye derbas bibûya, min ê hezar salan tobe bikira. Li Çanakkaleyê dema nimêja cinazeyan kirin, li şehîdan nenihêrîne û negotine gelo ew tirk e, kurd e, arnawûd e an boşnak e. Şehid emanetên me yên pîroz in. Em ê vê fitneyê ji van axan rakin. AK Partî ev e. Dema şerê Bosnayê çêbû ciwanên mûşî, diyarbekirî, bîngolî çawa çûn. Ez dizanim Şehidên ewil ji van çêbûn. Boşnak, zaza û kurd li hember zilmê bûn yek. Ji bo dadê û wehdetê bûn yek."