Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhammed Zarîf got: "Em ê bi awayekî cidî lihevrûniştinên Cenewreyê bidomînin. Bêguman em ê bi awayekî aqilane û munasib jî bersiva gavên nebaş û xelet bidin."
Zarîf li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyanî da û ji ber ku Wezaretên Karên Derve û Xezîneyê yên DYAyê di çarçoveya tengavkirinên Tehranê de pêşî li hin şirketên Tehranê yên nû girt, DYA rexne kir û wiha got: "Çend roj ewil miqamên DYAyê hin gavên nebaş avêtin. Me jî li hemberî van gavan bersiva xwe da."
Zarîf wiha dewam kir: "Hin hevalên me yên ku ji peymana me ya cenewreyê razî nîn in, gavên DYAyê wek xelasbûna peymanê şîrove kirin. ev jî rastiyan nade nîşan, tenê nêrînên xwe tînin ziman."
Zarîf destnîşan kir ku lihevrûniştin wisa karekî hêsan nîne û wiha pê de çû: "Em ê bi awayekî cidî lihevrûniştinên Cenewreyê bidomînin. Bêguman em ê ji bo gavên nebaş û xelet bi awayekî aqilane û munasib bersiva xwe bidin."