Muhammet Kurşun
05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbadî der barê îddiayên hêzên biyanî de got: "Li tu bajarê Iraqê hêzên biyanî tunene. Ev hêz tenê li binkeyan dimînin û armanc jî perwerde ye."
Îbadî li Bexdayê civîna çapemeniyê ya heftane saz kir û li ser paytextkirina Qudsê hişyarî da û got dê encamên xerab derxîne holê.
Îbadî diyar kir ku ew qebûl nakin Balyozxaneya Amerîkayê neqlî Qudsê bibe.
Li ser mucadeleya dijî gendeliyê jî got dê bidome û ev ne melzemeyekî siyasî ye.
Ji bo hêzên biyanî jî wiha axivî: "Li tu bajarê Iraqê hêzên biyanî tunene. Ev hêz tenê li binkeyan dimînin û armanc jî perwerde ye."
Der barê ewlehiya sînoran û mucadeleya li dijî DEAŞê de jî destnîşan kir ku ji bo parastina sînor planên berfireh hene.