Muhammet Kurşun
05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2017
BEYRÛD
Serokwezîrê Libnanê Seed Herîrî, diyar kir ku polîtîkaya hikûmetê ya dûrmayîna ji şerê herêmî qebûl kiriye û îstifaya xwe paşde kişandiye.
Herîrî piştî Lijneya Wezîran a bi serokatiya Serkomar Mîşel Ewn li paytext Beyrûdê Qesra Beebdayê civîna çapemeniyê saz kir.
Herîrî diyar kir ku biryara îstifayê paşde kişandiye û got: "Hikûmeta Libnanê siyaseteke nû ya mutabeqetê qebûl kiriye û dê dewam bike. Dê tevlî karên navxweyî yên welatên Erebî nebe û têkiliyên xwe bidomîne, ji pirsgirêkên herêmî, şer û pevçûnan dûr bimîne."
Herîrî got ji bo biryara xwe paşde girtiye wezîran ew tebrîk kiriye û wiha dewam kir:
"Lijneya Wezîran, polîtîkaya xwe ya nû diyar kir û dê ji hemû pevçûn û şeran dûr bimîne. Ev civîn ji bo vê atmosfera ku dixwazin Libnanê bikişînin nav tevliheviyê firsendek e."