Elif Orhan
16 Îlon 2015•Rojanekirin: 16 Îlon 2015
Serokomar Erdogan: "Ez dipirsim, gelo peywira partiyeke siyasî ew e ku ji terorê re bibe perde? Peywira partiyeke siyasî ew e ku birayên xwe yên kurd ên ku ji heman neteweyê ne bikuje? Ma partiyeke ku pişta xwe şûna gel dispêre rêxistina terorê dikare wek partî bimîne? Gelo peywira parlementerekî ku di Parlementoya Mezin a Gel a Tirkiyeyê de cî digire ew e ku benzînê bireşîne ser agir? Ma siyaset ew e ku ji terorê re bibe mertal û bi derew, bêbextiyê hêzên ewlehiyê wek hedef bigre? Ez bi awayekî eşkere dibêjim, taşeronê kî dibin bila bibin, xizmeta ku dikin bila bikin, em ê heta dawiyê bi van qatîlên kirêkirî re têkoşînê bikin."
Serokomar Erdogan: "Bêdengiya li hember kuştinan, hevkariya sûcê kujer e. Em têkoşînê didin ku tovên hezkirinê li welatê xwe bireşînin, atmosfera biratiyê pêş bixin. Me heta niha destûr neda tu provokasyonê, tu dezgehê, tu teşebûsên fîtneyê, em ê nedin jî. Em ê nehêlin ku belaya terorê bibe qeyd û benda welatê me. Wext ne ew wext e ku bi siyaseta mezheb, meşreb û nasnameya etnîk ji hev bibin, wext wextê yekbûn, bihevrebûn, bi 78 milyonê re birabûnê ye."
Serokomar Erdogan: "Ez cardin ji vir bangî rewşenbîr, nivîskar, çapemeniyê, bi taybetî jî siyasetmedarên Tirkiyeyê dikim ku eqlêselim bin û bi berpirsyarî tevbigerin. Ew kesên şûna ku eqlêselimiyê telkîn bikin gel fît dikin dê li hember gel mehçûp bin. Ev welat a me ye, ev dewlet a me hemûyan e." 16-09-2015 17:31:48 Transfer
6307153 Serokomar Erdogan: "Ew kesên ku duh bibûn hewariyên demokrasiyê îro ji bo îqbala xwe xwîn, hêstir û şidetê diparêzin û em ji ditîna vê yekê xemgîn in. Kesên ku birêvebiriya komeleya ku di bin banê wê de karsazên herî girîng ên Tirkiyeyê hene jî bê pirs û pirsiyar ji derewên rêxistina terorê bawer dikin, ez ji ber vê şaş û metel dimînim."
Serokomar Erdogan got: "Dema em îro li paş xwe vedigerin em zelaltir dibînin ka kî bi ser ketiye kî têk çûye. Bazirganên çekan, çeteyan kesên ku ser Tirkiyeyê tezên wan ên tarî hene bi ser ketine, zarokên Anadoluyê yên belengaz têk çûne. Dayikên ku kurê wan bi guleyên çekan, ser sêdarên darvekirine mirin, bavên dilsoj têk çûn. Ew kesên ku wê rojê bi ser ketin dîsa îro li sehneyê ne. Çawa ku di seranserê dîrokê de xwestin ku nîfaqê bixin nav ewladên vî gelî, îro jî bi heman awayî hewl didin ku nîfaqê bixin nav. Wekî ku duh kirin îro jî dixwazin ku bi çovê terorê welatê me bînin rê û tedîb bikin. Rêxistina terorê û aliyên wê yên siyasî hewl didin ku bi heman senaryoya qirêj biratiya me ya kevnare texrîb bikin. Li çar aliyê Tirkiyeyê cenaze tên definkirin, kulmên ku ji hêrsa rabûne li cihekî digerin ku lê bixin û ji min bawer bikin ku hin kes destê xwe difirikînin û van sehneyan temaşe dikin. Ew kêfxweş dibin. Divê firsendê nedin wan. Ez bangî we dikim, beriya me 1ê sermawezê ye, bila ev 1ê sermawezê bibe destpêkek, bibe jinûvejidayikbûnek. Ez dibêjim ku înşeallah di vê jinûvebûnê de werin em terorê binax bikin."