HEWLÊR
Êzdiyên Iraqê yên ku niha di bin xetereya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de ne, bi kevneşopî û baweriya xwe ya ku wek "raz" e di rojeva dinyayê de ne.
Ji ber baweriya xwe êzdî di bin talûkeya DÎŞIyê de ne û hewl didin ku agahiyên xelet û çewt ên der barê xwe de ji holê rakin.
Navê êzdiyan pirî caran bi Siltanê Emewiyan Yezîd re tê tevlihevkirin û wekî peyrewên Yezîdê kurê Muewiyeyê ku fermana qetla neviyê Hezretî Mihemed Hezretî Huseyin û 72 kesên pê re dabû û li Kerbelayê hatin qetilkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên dîrokî û dînî berhev kir, hin dîroknas avabûna baweriya êzdiyan bi Siltanê Emewiyan Yezîd bîn Muewiye re têkildar dikin. Yên ku der heqê êzdiyan de agahiyên şaş dizanin êzdiyan bi Yezîd re têkildar dibînin.
Lê êzdî van îdiayan red dikin û dibêjin di navbera êzdî û Yezîdê kurê Muewiye de tê eleqe tuneye. Êzdî xwe wek "Êzdaî" bi nav dikin ku tê meneya kesên "Bêyî pêxember ji Xwedê bawer dikin".
- Di tirkî, erebî û ingilizî de "Yezîdî", di kurdî de "Êzdî"
Kurdên Iraqê ji wan re "Êzdî" dibêjin, di tirkî, erebî û ingilizî de "Yezîdî" tê gotin. Ji hêla termînolojiyê ve meneya "Êzdî" 'Ezda, yanî kesê ku ji hêla Xwedê ve hatiye afirandin.' Di kurdî de navekî din ê Xwedê jî "Yezdan" e. Li gor hin dîrokzanan peyva "Yezîdî" ji "Yezata" Zerduştiyê tê.
- Îdiaya ku ji şeytên bawer dikin
Li gor êzdiyan melekê bi navê "Şeytên" ê ku di Cihûtî, Xiristiyanî û Îslamiyetê de nîşana nebaşiyê ye û ji rê derketiye, melekekî pîroz û baş e. Li gor êzdiyan "Êzdî" miletekî pîroz in û li gor baweriya wan Şêx Edî wehiy hildaye. Êzdî "Melekê Tawis" ne wekî şeytan, wekî qasidekî ku Ezda/Xwedê şandiye dibînin. Ji ber vê jî navê şeytên naemilînin û îdiayên ku ji şeytan bawer dikin jî red dikin. Li gor baweriya wan Melekê Tawis (melekê ku ji êgir hatiye afirandin) ji heft melekan ê herî pîroz e.
Li gor êzdiyan Melekê Tawis ê nîvî melek e, nîvî xwedawend e ku Xwedê ew afirandiye û Xwedê destûra afirandina dinyayê û merivan dayê. Li gor baweriyê Melekê Tawis meriv afirandiye û ji merivê ku afirandiye re sicde nekiriye.
Êzdî ji misyoneriyê re girtî ne û ji ber ku belakirina êzdayetiyê qedexe ye, der barê vê baweriyê de agahî kêm in; lewra êzdî der barê baweriya xwe agahiyê nadin tu kesî.
Hin dîrokzan jî îdia dikin ji ber ku êzdî baş Îslamiyetê nizanin, li ser baweriya xwe yê berê Zerduştiyê diçin û hinek jî di bin bandora Xiristiyaniyê de mane û baweriyeke tevlihev û eklektîk ava kirine.
- Damezrênerê baweriyê nayê zanîn
Damezrênerê baweriyê nayê zanîn lê tê rîwayetkirin ku di navbera Şêx Edî bîn Musafirê ji Libnanê û êzdayetiyê de têkildarî heye. Şêx Edî ji xanedana Emewiyan tê û li Bexdayê ji Îmamê Xezelî ders wergirtiye. Tê îdiakirin ku Şêx Edî koçî Şengalê kiriye û di sala 1162an de jî li geliyê Laleşê miriye.
Du kitêbên pîroz ên êzdiyan hene: "Mishefa Reş" û "Kitêba Cilwe". Di van kitêban de baweriya xwedawendî heye, lê baweriya pêxemberan tuneye. Di êzdayetiyê de wekî baweriyên îlahî pergala pêxemberiyê tuneye. Li gor baweriyê hewcedarî bi pêxemberan tuneye, Xwedê bêyî qasidan dikare agahiyê bide merivan û bîne ser rêya heq.
- Dînguherandin gunehê herî mezin e
Li gor hin dîrokzan û çavkaniyên dînî di baweriya êzdiyan de agir, tav û av pîroz in. Di baweriyê de meriv paşê nabe êzdî, êzdî tê dinyayê. Ji ber vê jî dînguherandin gunehê herî mezin e. Hikmên baweriyê bi devkî ji nifşan derbasî nifşên din dibe. Di baweriyê de edebiyata devkî di zaraveya kurdî kurmancî de xwe diparêze.
Êzdî şeveqê, nîvro û êvarê, yanê sê dana dia dikin. Ji xeynî vê jî her sal di hefteya duyem a meha nîsanê de beriya eyda "Çarşema Sor" sê rojan rojî digirin. Perestgehên êzdiyan tunene. Tenê diçin serdana turbeyên alimên rûhanî. Li turbeyan çirayan vêdixin û dia dikin.
- Kitêba wan a pîroz li Laleşê ye
Perestgeha pîroz a êzdiyan li geliyê Laleşê ye ku ev gelî li navçeya Şeyxana Dihoka herêma Kurdistanê ye. Êzdî her sal di meha nîsanê de ji her derên dinyayê ji bo hecê tên Laleşê. Turbeya Şêx Edî ziyaret dikin û di "kaniya spî" de xwe dişon. Divê zarokên ku teze dibin jî di vê kaniyê de werin şûştin û werin sinetkirin. Heger êzdiyek bê sinet bimire, beriya veşêrin sinet dikin û defin dikin.
- Bi mensûbên baweriyên din re zewac qedexe ye
Êzdî wekî kurdan û hin civakên Rojhilata Navîn ji eşîran pêk tên. Ji hêla civakî ve çîn hene û dişibe pergala kastê ya li Hindistanê. Li gor baweriyê civak ji şêx, pîr û mirîdan pêk tê. Li gor baweriyê ev çîn nikarin bi hev re bizewicin. Bi mensûbên baweriyên din re jî zewac qedexe ye. Kesekî paşê nikare bibe êzdî.
- Li dinyayê nifûsa êzdiyan
Êzdî ji hêla nijadê ve kurd in û bi kurmancî diaxivin. Êzdî ji ber baweriya xwe tim di bin talûkeyê de ne. Ji ber vê piraniya êzdiyan Iraqê terikandin û xwe sipartin dewletên din. Lê digel koçê herî zêde li Iraqê hene. Li Iraqê nifûsê wan tê gotin ku 500 hezar e. Bi gelemperî li navçeyên Şengal, Hamdaniye û Şeyxana Mûsilê û li navenda Dihok û gundên derdorê dijîn. Li Tirkiyeyê jî li Riha, Mêrdîn, Entab, Batman û Diyarbekirê dijîn. Hin êzdî jî li welatên wek Almanya, Fransa, Belçika û dewletên Ewropayê dijin. Li dinayayê li gor texmînan nifûsê êzdiyan 800 hezar e.
news_share_descriptionsubscription_contact
