Dinya

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê: 6 şehîd

Di êrîşan da 6 Filistînî şehîd ketin, 8 kes jî birîndar bûn

Türkan Tosun  | 13.11.2018 - Rojanekırın : 13.11.2018
Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê: 6 şehîd

Gazze

XEZZE 

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê da 6 Filistînî şehîd ketin, 8 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref el-Kudra di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got di êrîşên Îsraîlê yên duh şev li ser bajarê Refahê ya başûrê Xezzeyê da Filistîniyekî din jî şehîd ket. Bi vê va hejmara şehîdan zêde bû û bû 6.

Kudra der barê rewşa 8 birîndaran da agahiyên bihurgilî neda.

- Êrîş dewam dikin

Balafirên Îsraîlê piştî ku çend saet navber dan dîsa dest bi êrîşan kirin.

Li rojavayê Xezzeyê navendeke ewlehiyê ya hikûmetê û du mewziyên eskerî yên Seriyyeyên Qudsê yên li Xan Yunis û Dery el-Belahê hedef hatin girtin, di êrîşan da kes nemir.

Îsraîlê beriya vê jî êrîşî Televizyona El Eqsayê kiribû û 6 avahî hilweşiyabûn.

Ji hêla din Saziya Weşana Kamuyê ya Îsraîlê (Makan) daxuyand ji Xezzeyê roket avêtine başûrê Îsraîlê û otobêsek hedef hatiye girtin, di êrîşê da 30 Îsraîlî birîndar bûne.

Serwêsa alîkariya acil a Îsraîlê Stêrka Sor a Dawudê jî daxuyand li Aşkelonê roketek li avahiyekî ketiye Îsraîliyek miriye, yek jî giran birîndar bûye.

Televizyona El Eqsayê dîmenê otobêsa ku hedef hat girtin ya ku eskerên Îsraîlê tê da bûn weşand.

Kudra di daxuyaniya xwe ya berê da daxuyandibû di êrîşên Îsraîlê da 3 Filistînî şehîd ketin, 9 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê duh daxuyandibû ji Xezzeyê roket hatine avêtin û otobêsek hedef hatiye girtin. Piştî vê êrîşê balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî Xezzeyê kiribûn. Ji Xezzeyê jî gelek roket avêtibûn nêzîkî sînor ên ku Cigû lê dijîn.

Artêşê daxuyand ji duh êvarê pê va ji Xezzeyê ji 300î zêdetir roket hatine avêtin, ji van gelek li eraziyên vala ketine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın