Ahmet Aydın
12 Mijdar 2018•Rojanekirin: 13 Mijdar 2018
XEZZE
Îsraîlê li Xezzeyê dijî qenala "El Eqsayê" ya aîdê Hemasê êrîşeke asîmanî li dar xist.
Balafirên cengê yên Îsraîlê 10 mûşek avêtin navenda qenala "El Eqsayê" ya li Xezzeyê. Di encama êrîşê de temamê navendê şewitî.
Bi sedema hilweşînê weşana ku demekê hat birîn, ji navendekê dîtir ve destpêkir.
Ji ber êrîşên Îsraîlê gelek avahiyên derdorê zirar dîtin.
Piştî ku ji Xezzeyê mûşek avêtin cihên niştecihên Cihûyan, Artêşa Îsraîlê destê êvarê li dijî Xezzeyê êrîşa asîmanî dabû destpêkirin. Di êrîşên Îsraîlê de 3 Filistînî şehîd ketibûn û 9 kes jî birîndar bûbûn.