Li dijî êrîşên Îsraîlê ji Îranê midaxeleya navneteweyî ya bilez
Îranê bangî civaka navneteweyî kir ku bira ji bo sekinandina êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê û parastina sivîlên bêguneh midaxeleya bilez bike
Ankara
ANKARA
Îranê bangî civaka navneteweyî kir ku bira ji bo sekinandina êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê û parastina sivîlên bêguneh midaxeleya bilez bike.
Behran Qasimiyê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Îranê di daxuyaniya nivîskî da got ku Tehran êrîşên Îsraîlê yên li ser gelê sivîl ê li Xezeyê şermezar dike.
Qasimî di daxuyaniya xwe da wiha got:
"Teror û sûcên rejima dagirkera Qudsê ji ber ku hikûmeta Amerîkayê teşwîq dike û piştgiriyê dide, hin welatên li herêmê bêdeng dimînin dewam dikin."
Qasimî di banga xwe da got, "Ji bo sekinandina teror û makîneyên şer yên rejima siyonîst midaxeleya navneteweyî ya bilez pêwîst e".
Ji Xezeyê bi qasî 300 hebî roket avêtibûn wargehên Cihûyan ên li der û dorê, li ser vê artêşa Îsraîlê berêvarê ji hewayê êrîşî Xezeyê kiribû. Di êrîşên Îsraîlê da 4 welatiyên Filistînê hatibûn şehîdkirin, 8 kes jî birîndar bibûn.
Ji ber roketên avêtibûn Îsraîlê jî welatiyekê Îsraîlê hatibû kuştin û 30 kes jî birîndar bibûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.