Dinya

5 bira wesayîtên luks çêdikin

Bi hewla 5 birayan li dezgeheke li Ranyaya navçeya Silêmaniya bajarê Iraqê wesayîtên dişibin wesayîtên luks ên sereke yên li dinyayê hatin çêkirin

Haydar Şahin  | 13.11.2018 - Rojanekırın : 14.11.2018
5 bira wesayîtên luks çêdikin

As Sulaymaniyah

SILÊMANÎ

Bi hewla 5 birayan li dezgeheke li Ranyaya navçeya Silêmaniya bajarê Iraqê wesayîtên dişibin wesayîtên luks ên sereke yên li dinyayê hatin çêkirin.

5 birayên li Ranyayê di atolyeya xwe da xêncî temîrata wesayîtan, wesayîtên dişibin wesayîtên luks ên wekî Lamborgînî û wesayîtên erazî çêdikin.

Kemal Selîmê xwediyê dezgehê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di sala 2010an da dest bi çêkirina wesayîtan kirin û got, "Me hetanî nika 7 wesayît çêkirin. Karê me yê herî girîng jî ew bû ku me bi 40 hezar dolarî wesayîta erazî ya dişibe Lombargîniyê çêkir."

Selîm destnîşan kir ku xêncî motor, vîtes, teker û hin parçeyên girîng gelek parçeyên yêdek bi îmkanên xwe çêdikin, parçeyan monte dikin û wesayîtên dişibin wesayîtên orjînal ên luks çêdikin.

Selîm got dikarin di nav 7 mehan da wesayîteke wekî ya orjînal çêbikin û wiha pê da çû: "Wesayîtên me çêkirin ji hev cuda bûn. Em herî zêde wesayîtên erazî yên dişibin Lombarginiyê çêdikin. Em wesayîtên normal di nav 3 mehan da çêdikin. Dîzayna wesayîtên dişibin Lombargîniyê zehf zor e ji ber vê jî di nav salekê da çêdikin."

Selîm got wesayîtên ku çêdikin ji sedî 30yê bihayê wesayîtên orjînal digrin û wiha axivî: "Hetanî ku test nekin û neajon em wesayîtan nafiroşin. Taybetiyên wesayîtan jî hema bêje wekî yên wesayîtên li piyaseyê ne."

Selîm got heke rayedar piştgiriyê bidin dikarin wesayîtên wiha zêde çêbikin, dema alîkarî were dayîn dibe ku li herêmê marqeyeke wesayîtan derkeve.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın