Kesên ku wesayîtên wan hene li ber îstasyonên benzînê dikevin rêzê, lê ancax piştî 15 saetan şûnde dikarin neftê bikirin. Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo ku zêde qerebalix çênebe, biryarek dabû ku wesayîtên xwedî plaqayên cot û plaqayên kit di rojên cuda de herin benzînê bikirin. Piştî ku vê biryarê jî çare nekir, vê carê jî kupon belavî ajokaran hat kirin.
Belavkirina kupona jî bi kêr nehat û benzîn di qere borseyê de tê firotin. Lîtreya benzînê ya ku beriya niha 500 dînarî dihat firotin, niha 2 hezar dînarî tê firotin.
- Hewramî dewetî lijneya giştî kirin
Serokê Meclisa Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Yûsif Mihemed ji nûçegihanên AAyê re daxuyand ku ji bo ku der barê qeyrana neftê de bibin xwedî agahî, wan Wezîrê Çavkaniyên Siruştî Aştî Hewramî dewetî lijneya giştî kir.
Mihemed got ku Komîsyona Çavkaniyên Sirûştî û Vejenê ya ku di meclisê de hat avakirin ji bo ku pirsgirêka neftê çareser bikin, çend civîn kirin û wiha got: "Ji bo bernameyek û planek baş bê avakirin, em ê ji Aştî Hawramî der barê rewşa dawîn de agahiyan hîn bibin."
Hikûmeta HKIyê ji bo ku pirsgirêka neftê zêde nebe, ji Tirkiyeyê neft xwestibû.
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz diyar kiribû ku piştî parzîngeha Beyciyê hat girtin, Iraqê ji Tirkiyeyê daxwaza 4 hezar ton benzînê kir.