Türkan Tosun
27 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2018
BEXDA / WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump got tu planeke wan tune ku ew eskerên xwe ji Iraqê bikşînin.
Trump li Enbara Iraqê Baregeha Eskerî ya Aynul Esedê ziyaret kir.
Trump der barê ziyareta xwe ya Iraqê da daxuyanî da û wiha got: "Min xwest ez bêm eskerên me ziyaret bikim û rêza xwe nîşanî wan bidim."
Trump li Iraqê bi eskerên payebilind ên Amerîkî ra hevdîtin pêk anî û hat ragihandin ew Serokwezîrê Iraqê Adil Abdul-Mahdî ra nehatiye bal hev.
Trump dema bi eskerên Amerîkî ra hevdîtin dikir daxuyanî da û wiha axivî: "Planeke me ya ji bo vekişîna Iraqê tune. Heke em bixwazin li Sûriyeyê tiştekî bikin, emê Iraqê wek baregeh bi kar bînin."
Donald Trump got ew bi Erdogan ra axiviye û wiha dewam kir: "Ez bi Serokomar Erdogani dixwaze DEAŞê ji holê rake ra baş axivîm. Ew û yên din wê vê bikin. Lewra em li herêma wan in. Lê divê ew bar û maliyetê parve bikin, lê ew nakin. Amerîka nikare ji dinyayê ra polîstiyê bike. Li Sûriyeyê ji DEAŞê çi mabe, Erdogan dixwaze ji holê rake. Erebistana Siûdî jî hat û got ew dixwazin berdêla vê ya aboriyê bidin."