Abdullah Tel
27 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2018
NEW YORK
Rojnameya New York Timesê (NYT) di nûçeyeke xwe da îdia kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi saya raporeke bavê wî Fred Trump jê ra derxistibû neçû Şerê Vîetnamê.
NYTê nûçeya xwe spart Elysa Braunstein û Sharon Kessel a qîzên Larry Braunsteinê pisporê nexweşiyên piyan ku kirêdarê Fred Trump bû û rapor amade kiribû. Di nûçeyê da hat gotin ku Braunstein ji bo xêra Trump ê wê demê hê 22 salî bû raporeke ku nîşan dide hestiyekî piyê wî ji cih derketiye amade kiriye.
Hat gotin ku Donald Trump bi saya wê raporê di payîza sala 1968an da wek esker neçû Şerê Vîetnamê ku di navbera salên 1955 û 1975an da qewimî.
- "Ez zanim ku ev wekî alîkariyekê hat kirin"
Elysa Braunstein a keçika doxtor Braunsteinê di sala 2007an da mir destnîşan kir ku wê demê bavê wê di avahiyeke Trumpê bav da kirêdarê ofîsekê bû û ji bo rapora hatiye amadekirin jî got: "Ez zanim ku ev wek xêrekê, alîkariyekê hat amadekirin. Di amadekirina vê raporê da xêra ku gihîşt bavê min ew bû ku dikaribû xwe bi hêsanî bigihîne Fred Trump. Dema di avahiya ofîsa wî lê bû da pirsgirêkek derketa bavê min li Fred Trump digeriya û pirsgirêk demildest dihat çareserkirin."
Herdu xwîşkan bo raporê gotin ku hevpîşeyê bavê wan û Manny Weinstein ê di heman demê da dostê malbata wan bû û di sala 1995an da wefat kir jî dibe alîkarî dabe bavê wan.
Di nûçeyê da hat gotin ku Qesra Spî der barê îdiayê da tu daxuyanî neda û tu belgeyeke ku gotinên herdu xwîşkan piştrast bike jî heta niha nehat temînkirin.
Serokê Amerîkayê Trump ji ber wê rapora ku hidaye û neçûye Şerê Vîetnamê car caran tê rexnekirin. Trump di wê demê da him ji ber teşxîsa ku hestiyê piyê wî ji cih derketiye û him jî ji ber perwerdehiya xwe 4 caran tecîla xwe dirêj kiriye û neçûye şer.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di sala 2016an da wextê kampanyaya hilbijartinê birêva dibir daxuyanî da NYTê û got ku navê doxtorê rapor dabûyê nayê bîra wî û tu ewraqek jî nedabû.