Önder Beyter
16 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2018
BEXDA
Hat ragihandin ku li parêzgehên başûrê Iraqê di xwepêşandanên ku duh hatin lidarxistin da 4 kes hatin kuştin, 128 kes jî birîndar bûn.
Xwepêşandanên ku ji ber kêmasiya xizmetan û qutbûna ceyranê li bajarên wekî Besra, Musena, Meysan û Zîqarê hatin lidarxistin, duh jî dewam kirin.
Texmen Mihemed Xelef ku ji peyamnêrê AAyê ra axivî, diyar kir ku li Besrayê piştî ku xwepêşandêran bi ser avahiya meclisa parêzgehê da girtin, rageşî derket û di encamê da 2 kes hatin kuştin, 16 jê peywirdarên ewlekariyê 35 kes birîndar bûn.
Serokê Meclisa Parêzgeha Musenayê Haris Lehmûd jî diyar kir ku li navenda bajarê Semawa xwepêşandêran bi ser avahiya rêveberiya herêmî da girtin û di bûyeran da 2 xwepêşandêr hatin kuştin, ji 50î zêdetir jî ewlekar birîndar bûn.
Li Meysanê jî peywirdarên ewlekariyê midaxaleyî xwepêşandêran kirin û di encamê da 24 kes birîndar bûn. Xwepêşandêran agir berdan avahiya Qaymeqamtiya El-Mecerê û mala qaymeqam.
Li Zîqarê jî peywirdarên ewlekariyê midaxaleyî xwepêşandêrên ku xwestin bi ser avahiya meclisa parêzgehê da bigirin kirin. Di bûyerê da 12 xwepêşandêr û 7 peywirdarên ewlekariyê birîndar bûn.
Li bajarê Besrayê yê Iraqê ku ji aliyê petrolê va pir dewlemend e, yekşema çûyî xwepêşandanan dest pê kiribûn û dû ra xwepêşandan belayî Zîqar, Babil, Meysan, Diwaniye, Necef û Bexdayê bûbûn.
Di xwepêşandanan da tê xwestin ku şert û mercên jiyana gel werin başkirin û herwiha kêmasiyên di xizmetên av û ceyranê da, betalî û gendelî tên protestokirin.