Türkan Tosun
16 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2018
WASHINGTON
Li Amerîkayê Komîteya Beralîkirina Tirk-Amerîkan (TASC) a ku ji 150î zêdetir saziyên civakî yên sîvîl ên Tirk û Amerîkiyan dicivîne hev îlanek da rojnameya Washîngton Postê. TASCê di îlanê da der barê rêxistina FETO de hişyarî da û xwest ku serokê FETOyê Fetullah Gulen bê îadekirin.
Ji ber salvegera 2yemîn a hewldana darbeya 15ê Tîrmehê TASCê îlaneke ji yek rûpelî pêk tê da Washîngton Postê û der barê FETOyê da hişyarî da Amerîkiyan.
Di îlanê da hat gotin di 15ê Tîrmehê da li Enqereyê Meclis jî di nav de gelek avahiyên dewletê hatine bombekirin, gel li hember darbekar û tankan derketiye kuçeyan, ji 250î zêdetir kes şehîd ketine û ji du hezarî zêdetir kes jî birîndar bûne.
Hat gotin Gulenê li Saylorsburga bajaroka Pennsylvaniayê dijî ferman daye darbekeran, ew dişibe Şêx Omer Abdurrahmanê ku ji ber êrîşa li hember Navenda Ticaretê ya Dinyayê ya li New Yorkê di 1993yan de hatiye kirin, girtiye.
Di îlanê de hat gotin Şêx Omer ji ber sûcdarkirina vê êrîşê girtiye, lê serokê FETOyê Gulen hê nehatiye darizandin û ji Amerîkiyan hat xwestin ku ew ji bo îadekirina Gulen bila hewl bidin.