Ahmet Aydın
12 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2020
Wezîrê Îstixbarata Îsraîlê Elî Cohen destnîşan kir ku naxwazin DYA balafira cengê ya cureya F-35an bifiroşe Qeterê.
Piştî belavbûna nûçeya ku digo, Qeterê bi fermî daxwaza F-35an ji Amerîkayê kiriye, Cohen daxuyanî dan radyoya Artêşa Îsraîlê.
Cohen anî ziman ku rêveberiya Tel Avîvê dixwaze li hember welatê dostê Îranê (Qeter) serdestiya xwe biparêze û ji ber vê li hember wê yekê ne F-35an bifiroşin Qeterê.