İbrahim Atmaca
12 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2020
Di şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li Hindistanê di 24 saetên dawîn da 816 kes mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê bi mirina 816 kesan va jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 109 hezar û 150yî.
Li welêt di 24 saetên dawîn da 66 hezar û 732 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û jimara pêketiyan derkete 7 milyon û 120 hezar û 538an.
Li welêt hetanî niha 6 milyon û 149 hezar û 535 kes ji vîrusê xilas bûne.
Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike, Hindistan li dinyayê di rêza 2yem da ye ku pêketî lê hatine dîtin.