Dinya

Ji Trump bo Yekîtiya Ewropayê wesfandina "dijmin"

Serokê Amerîkayê Donald Trump: "Gelek dijminên me hene. Bi kirinên xwe yên di bazirganiyê da yên li hemberî me va ez wer difikirim ku Yekîtiya Ewropayê dijmin e. Niha hûn ji Yekîtiya Ewropayê hêvî nakin lêbelê dijmin in"

Önder Beyter  | 16.07.2018 - Rojanekırın : 16.07.2018
Ji Trump bo Yekîtiya Ewropayê wesfandina "dijmin"

Washington DC

WASHINGTON 

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya beriya rûniştina ligel Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn da wiha got, "Bi kirinên xwe yên di bazirganiyê da yên li hemberî me va ez wer difikirim ku Yekîtiya Ewropayê (YE) dijmin e."

Trumpê ku ji bo hevdîtina ligel Putîn çû Helsinkiya paytextê Finlandiyayê, li vê derê beriya rûniştinê daxuyanî da têlevîzyona CBSê.

Donald Trump di daxuyaniya xwe da wiha got, "Gelek dijminên me hene. Bi kirinên xwe yên di bazirganiyê da yên li hemberî me va ez wer difikirim ku Yekîtiya Ewropayê dijmin e. Niha hûn ji Yekîtiya Ewropayê hêvî nakin lêbelê dijmin in."

Trump, Çîn û di warê aboriyê da jî Rûsya wekî "dijmin"ên di çend kirasan da pênase kir û wiha axivî, "Lêbelê ev nayê wê wateyê ku ew xirab in. Nayê tu wateyekê. Tê wê wateyê ku hevrik in."

Ji Trump hat pirsyarkirin, çima Ewropayê dixe serê lîsteya dijminan û wî jî wiha bersiv da, "Min bi yên din ra behsa Ewropayê kir. Welatên Ewropayê ji Amerîkayê sûdê wredigirin, lêbelê piraniya van welatan sozên xwe yên di çarçoveya NATOyê da naynin cih."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın