Dinya

Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Fuad Huseyn hat Tehranê

Haydar Şahin  | 27.02.2021 - Rojanekırın : 01.03.2021
Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Fuad Huseyn hat Tehranê

Tahran

 Fuad Huseynê Wezîrê Karên Derva yê Iraqê li Tehranê bi Elî Şemxaniyê Sekreterê Giştî yê Konseya bilind a Ewlekariya neteweyî ya Îranê ra hat ba hev.

Li gor xebera IRNAya ajansa fermî ya Îranê Huseynê ku îro hat Tehranê bi Şemxanî ra li ser mijarên herêmî û dualî axivî.

Li bendê ne ku Huseyn bi rayedarên din ên Îranê ra jî were ba hev.

Wezîrê Iraqê di 3yê sibatê da Tehran ziyaret kiribû, bi Mihemed Cewad Zerîfê Wezîrê Karên Derva yê Îranê, Hesen Rûhaniyê Serokomar û rayedarên din ra hatibû ba hev.

Ya balê dikişîne jî ew e ku "Amerîkayê bi hinceta têkiliya wan bi êrîşên li Iraqê ra heye êrîşî ciyê komên Îran piştgiriyê dide wan ên li Sûriyeyê kir" ziyaret piştî vê hat kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın