Dinya, Koronavîrus

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 81 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Haydar Şahin  | 27.02.2021 - Rojanekırın : 28.02.2021
Li Îranê di 24 saetên dawîn da 81 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Tahran

Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin 81 zêde bû û derket 59 hezar û 980yî.

Sîma Sedat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di 24 saetên dawîn da 81 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û 7 hezar û 975 pêketiyên Kovîd-19ê yên teze hatin tesbîtkirin, ji wan 418 kes razandin nexweşxaneyan.

Lariyê diyar kir ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 59 hezar û 980yî, hejmara pêketiyan jî derket milyonek û 623 hezar û159 kesan.

Lariya berdevk got ku rewşa 3 hezar û 729 pêketiyan giran e, heta niha milyonek û 386 hezar û 524 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn û gihîştin siheta xwe.

Berdevkê destnîşan kir ku li welatê serjimara wê 83 milyon e hetanî niha 10 milyon û 793 hezar û 788 test hatin kirin.

Lariya Berdevk diyar kir ku li welêt 11 bajar wekî herêma sor, 32 bajar wekî herêma tûtik, 251 bajar wekî herêma zer, 154 bajar wekî herêma hêşîn hatin eşkerekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın