Haydar Şahin
27 Sibat 2021•Rojanekirin: 28 Sibat 2021
Elî Şemxaniyê Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê îdia kir ku êrîşa Amerîkayê li Sûriyeyê bir ser komên Îran piştgiriyê dide wan xebatên terorê yên DEAŞê hêzdar dike.
Li gor xebera medyaya dewletê ya Îranê, Şemxaniyê bi Fuad Huseynê Wezîrê Karên Derva yê Iraqê ra hat ba hev êrîşa Amerîkayê li Sûriyeyê biribû ser komên di piştgiriya Îranê da rexne kir.
Şemxanî komên ku Amerîkayê êrîşî wan kir wekî "komên berxwedanê" nirxand û got, "Êrîşên dawîn ên Amerîkayê çalakiyên terorê yên DEAŞê hêzdar dike. Êrîş destpêka heyama teze ya terorîzma organîze ye. Îran û dewletên din ên li dijî terorîzmê ew ê destûrê nedin ku terora tekfîrkar li herêmê derkeve holê."
Şemxanî got Meclisa Iraqê qanûn tesdîq kir ku hêzên Amerîkayê ji welêt derkevin, derengîxistina derketina welêt jî dibe sedema zêdebûna rageşiyê û mezinbûna krîza li herêmê.
Huseynê Wezîrê Iraqê jî diyar kir ku gelek astengên ji bo dayîna deynê Bexdayê yê ceyran û xaza sirûştî ya ji Tehranê ra ji holê rabûn, mekanîzmaya herdu welatan li ser li hev kirin ew ê di dema herî nêz da têkeve rewacê.
Fuad Huseynê Wezîrê Karên Derva yê Iraqê îro şeveqê hatibû ziyareta Îranê.