NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Birêvebiriya Sûriyê hevkariya bi lijneya lêkolana çekên kîmyewî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re qebûl kir.
Li ser îdiayên ku li Sûriyê çekên kîmyewî hatin bikaranîn, NYê lijneyeke lêkolana çekên kîmyewî şand Sûriyê. Berdevkariya NYê der barê mîsyona lijneyê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ban Kî-mûn dilşadiya xwe anî ziman ku birêvebiriya Sûriyê bi awayekî fermî hevkariya bi wan re qebûl kiriye."
Piştî ku peyman hat dayîn lîjneya lêkolînê dê qasê 14 rojan li Sûriyê bimîne û xebatên xwe bidomîne. Heke ji hêla her du aliyan ve hewce bê dîtin, ev wext dibe ku bê dirêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Sekreterê Giştî Ban ji hevkariyê kêfxweş bûye û wiha hat gotin: "Li vir armanc ew e ku jêpirsîneke bêalî bê meşandin. Her wiha hat zanîn ku Sekreterê Giştî ji pisporiya Dr. Ake Sellstrom û tîma wî bi bawer e."
Wekî din hat zanîn ku Sekreterê Giştî ji bo piştgiriya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê kêfxweşiya xwe anî ziman.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Jêpirsîna ku piştgiriyeke mezin a civaka navneteweyî girtiye, di hemû şert û mercan de bikaranîna çekên kîmyewî bi awayekî eşkere wek sûcekî pir mezin dinirxîne."