QAMIŞLO
Li bakurê Sûriyê 2 YPGyiyên di şerê navbera YPG Û El Nusrayê de hatin kuştin, li Qamişloyê hatin definkirin.
Li gor agahiya ku nûçevanê AAyê bi dest xist, li gundên nêzî bajarên Rimelan, Girke, Lege, Svedîke, Helebê û li Serêkanî û herêmên Tel Abyadê û Tirbaspiyê pevçûn didomin. Di pevçûna ku li gundê Mazlumaya Tirbesiyê de 2 endamên YPGê mirin.
Cinazeyên YPGyiyan li navçeya Qamişloyê piştî merasîmekê hatin veşartin.
Ji hêla din rayedarên YPGê diyar kirin ku 2 roj berê li gundê Til Merufê ya ku girêdayî navçeya Qamişloyê, li cihê kontrola rê wesayîtek hat teqandin. Di bûyerê de endamekî YPGê û 2 kesên di wesayîtê de mirin.