LONDRA
Li Sûriyê di 21ê tebaxê de bi çekên kimyewî êrîşî li herêma Gutaya rojhilat ya nêzî Şamê, kiribûn. Piştî vê êrişê Ewropayê diparast ku "Ji xeta sor derbas bûn" û "divê bertekeke tûj bê dayîn". Gavavêtina di paş de ya rojavayê ya bi pêşniyaza kontrola çekên kimyewî bila navneteweyî be, balê dikişîne.
Piştî êrîşa çekên kimyewî ji welatên ku bertekên ewilîn dan yek jî Îngilistan bû. Îngilistan ragihand ku dê êrîşê bibe rojeva Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) û divê demildest destûr bidin ku tîma NYê bikeve herêmê. Hikûmeta Îngilistanê hişyarî dabû ku heke bikaranîna çekên kîmyewî bê ispatkirin dê ev yek bibe sedemê aloziyan û beyî biryara NY û îxtimala vetoya Çîn û Rûsyayê jî elematên mudaxeleya leşkerî dabû.
Lê belê hikûmeta Îngilistanê di gel daxwaza mudaxeleya leşkerî nekarî parlementoyê qanî bike. Kamaraya Awamê ya perlementoya Îngilistanê hefteya borî pêşnûmaya hikûmetê ya der barê "divê bertekeke ku mudaxaleyeke leşkerî jî di nav de bidin Sûriyê" li hember 272 rayan bi 285 rayan hat redkirin. Encama dengvedanê ji bo wek "têkçûneke mezin" hat nirxandin û bû sedem ku şîroveyên wek Îngilistanê mûtefîqê xwe DYAyê tenê hişt, bên kirin. Lê Cameron dest nîşan kir ku DYA li hember biryara ku hat girtin, rêz digire û bi taybetî der barê îstîxbarata Sûriyê de, dê hevkariya wan berdewam be.
Hikûmeta Îngilistanê dest nîşan dikir ku armanca mudaxeleyeke muhtemal ya li ser Sûriyê dê stokên çekên kimyewî bin û dê bi sînor be, tu tişit nekirin ji kirinê xeteretir e, bi erênî li fikra teslîmkirina çekên kimyewî ya di bin kontrola navneteweyî, dinêre.
Serokwezîrê İngîlistanê Davîd Cameron got ku îmhakirina çekên kimyewî dê ji bo dahatûyê bibe pêngaveke erênî lê diyar kir ku divê ev mijar ji bo belavkirina balê neyê bikaranîn. Di destê Hikûmeta Îngilistanê de der barê êrîşa bi çekên kimyewî de mînak hebûn û van nimûneyan jî di lûtkeya G20ê ya ku heftaya borî hat lidarxistin de pêşkeş kir û ragihand ku di gel biryara parlementoyê dîsa piştgirî dide mudaxaleyê. Lê belê wisa xuya dike ku Hikûmeta Îngilistanê beyî bersiva Şamê û helwesta muttefîqê xwe DYAyê nikare tev bigere.
- "Manewraya " em li benda rapora NYê bimînin"
Herî dawî ji welatên ku herî erênî li mudaxeleyeke leşkerî dinêre Fransa, xwest ku divê kesên li Sûriyê çekên kimyewî bi kar anîn bê ceza nemînin û ji hêla dadgeha şer ya navneteweyî ve bên darizandin. Lê Fransa di gel piştgiriya ji bo mudaxeleyeke mûhtemel jî, diyar kir ku pêşniyaza rejîma Esed ya ji bo çekên kimyewî hêjayê nirxandinê ye.
Fransa, Almanya û gelek welatên YEyê li bendê ne ku mûfetîşên NYê yên ku li Sûriyê lêkolînan dikin, raporên xwe pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya NYê bike. Tê payîn ku rayedarên NYê heta dawiya vê hefteyê raporên xwe temam bikin û pêşkeşî KENY bikin.
Di navbera tecrûbeyên nebaş yên welatên wek Afganistan û Îraqê û dudiliya welatên Ewropayî ya li ser mudaxeleyeke leşkerî de têkilî tê dayîn. Ji anketan diyar e ku raya giştî yên li welatên Ewropayî "li Rojhilata navîn şerekî nû naxwazin" Lê ji hêla din ve piştgiriya lîderên Ewropayî ya ji bo mudaxeleyê, lê ji hêla din ve bêçalakiya wan dibe sedem ku şîroveyên wek Bandora Ewropayê li ser dîplomasiya cîhanê nemaye" bên kirin.
Gotinên Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry yên bi vî awayî "Esed bi teslîmkirina hemû çekên kimyewî ya li ber kontrola civaka navneteweyî, dikare berî mudaxeleya leşkerî bigire" di çapemeniya Îngilizan de wiha hat şîrovekirin:" DYAyê mudaxeleya leşkerî paşde xist."
Di çapemeniya Îngilizan de hat nivîsandin ku dê pêşniyaz wext bide Şamê, lê piştre berpirsyariyên nû li ser pişta Şamê bar bike û heke Şam rê û rêbazan binpê bike dê îxtimala mudaxeleya ji derve xurtir bike.