SILÊMANIYE
Vûvûzela enstrumeneke Efrîqayî ye û di Kupaya Dinyayê ya 2010an (FÎFA) bi awayekî fermî dihat bikaranîn niha li Silêmanî bûye enstrumena xortên Partiya Yekîtiya Niştimanperwerê Kurdistanê.
Ji hilbijartina Rêvebiriya Iraqê ya Herêma Kurdistanê re maye çend roj. Ji bo wê jî di nav partî û rêxistinan de reqabet derketiye holê. Bi taybetî jî di nav YNK û Tevgera Goran de reqabetek mezin heye û li kolan û kuçeyan bi şev û roj çalakiyên rengîn li dar dixin. Dema ku kar û barên xelqê diqedin erebeyên xwe dixemilînin û konvoyan çêdikin. Ji ber hilbijartinan bi şev trafîq li kolana Salîm di hev de dieliqe. Xort û ciwan jî li wê derê çalakî û xebatên siyasî dikin.
-Fîqa ji bo hilbijartinê ya YNKê vûvûzela ye
Hilbijêrên YNKyî ji bo ku zêde bangeşeya xwe bikin pifî vûvûzelayê dikin û bi vî awayî bala hilbijêrên din dikşînin. Ji ber ku rengê partiya wan e xort bêhtir rengê kesk tercîh dikin û ji vûvûzelayê re dibêjin fîqa YNKê ye.
YNKyî dibêjin ji ber ku dengê vûvûzelayê pir e û ji ber ku bi hêsanî meriv dikare pif bike em wê gelek bi kar tînin. Dîsa diyar dikin, me pêşî amûrên herêmî bi kar dianî lê vê paşiyê ji ber ku bala kesî pir nedikişand me dev ji wan berda û me dest bi pifkirina vûvûzelayê kir, bêhtir kes li me dicive û em bangeşeya partiya xwe bi hêsanî dikin. Vûvûzela herî zêde bala zarokan dikşîne û wan şa dike û ew jî bi malbatê xwe re tên pifî vûvûzelayê dikin.
-Firoşkar ji vê rewşe kêfxweş in
Firoşkar jî ji firotina vûvûzelayê kêfxweş in. Firoşkar Alî Muhemed êvaran bi qasî 200 heb vûvûzelayî difiroşe û dibêje hê jî xelq pir dixwaze ku bikire û stoqê me têrê nakin. Ev vûvûzelayên plastîkî ji Çînê tên û berê fiyetê wan bi 2 hezar û nîva bû lê vêga ez wan 5 hezar dînaran difiroşim.
Firoşker Diyarî Ciwana got ku "Vûvûzelayê herî zêdê hilbijêrên YNKê dixwazin û ji ber ku li Silêmanî qediyane em diçin ji Hewlêrê tînin."
-Li Efrîqayê ji bo fitbolê Vûvûzela amûreke gelekî girîng e
Vûvûzela ji kultura Herêma Başûrê Efrîqayê ye, 61cm e, giraniya wê nêzîkî 100 gramî ye û amûrek pifkirinê ye. Lêxistina vûvûzelayê hêsan e ji ber ku fonksiyonên kompleks di nav de tunin. Dengê wê li gor kesê pif dikê derdikeve. Ku bi hev re were pif kirin dengê vûvûzelayê digihêje 135 desibelan. Di sala 2009an de li ser şikayeta fitbolîstan pifkirina vûvûzelayê hat qedexekirin lê vê paşiyê li Başûrê Efrîqayê di Kupaya Dinyayê ya ku di 2010an de hat lidarxistin wê gavê bi gengeşiyek mezin dîsa qedexeya li serê hat rakirin.