MOSKOVA
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Velîd el-Mûallîm got ku pêşniyara Rûsyayê ya der barê kontrolkirina navneteweyî ya çekên kîmyewî yên li Sûriyê qebûl kirine.
Li Moskovayê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Velîd el-Mûallîm di gel Serokê Parlamentoya Rûsyayê Sergey Narişkîn axivî.
Li gor daxuyaniya Ajansa Dewleta Rûs İtar-Tassêyê, Narişkîn û Mûallîm pêşniyara kontrolkirina navneteweyî ya çekên kîmyewî yên li Sûriyê nirxand.
Mûallîm got ku wan pêşnûmaya Rûsyayê qebûl kiriye da ku rê li ber mudaxaleya Amerîkayê bigirin.
Narişkîn bal kişand li ser têkiliyên Sûriye û Rûsyayê û dubare kir ku ew li hemberî mudaxaleya leşkerî ne.