MOSKOVA
Lavrov li Moskovayê bi Wezîrê Karên Derve yên Libyayê Muhammed Abdulazîz re hevdîtinek pêk anî û piştî hevdîtinê diyar kir ku Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi birêvebiriya Esed re diaxive. Rûsya nexşerêyekê amade dike û pêşniyar dike ku çekên kîmyewî yên li Sûriyê bikevin bin kontrola raya navnetewî.
Lavrov wiha got:
"Em pêşniyariyeke wek plansaziyekê amade dikin. Amerika jî tê de em ê plana xwe pêşkêşî hemû aliyan bikin. Têkiliya me bi Wezirê Karên Derve yê Amarîkayê John Kerry re heye û herî dawîn jî em duh êvarê bi telefonê axivîn."
Wezirê Rûs ji hêla din diyar kir ku ev pêşniyar nayê vê wateyê ku lêkolînên NYê yên ku li Sûriyê dikin betal e.
Abdulazîz jî bal kişand ku ev pêşniyara Rûsyayê heya vê gavê di Yekîtiya Ereban de nehatiye axaftin, lê dema ku pêşniyarî bikeve rewacê dê pêşketinên erênî çêbin.
Wezirê Karên Derve yê Sûriyê Velid el-Muallîm û Alîkarê Wezirê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan li Moskovayê li ser pêşniyara Rûsyayê diaxivin.
Li gor ajansa fermî ya Rûsyayê Ria-Novostî ragihand ku Muallîm û Abdullahiyan niha di otelekê de li ser mijarên Sûriyê diaxivin.