ERBÎL
Li Herêma Kurdistana Iraqa Fedaral (HKIF) serdema nû ya perwerdeyê li dibistan û lîseyan de dest pê kir.
Serdema nû ya perwerdeyê, bi merasîma li Dibistana Ruhsarê ya ku Serokwezîrê HKIF Nêçîrvan Barzanî beşdar bû, dest pê kir.
Barzanî di merasîmê de axivî û ji bo mamoste û xwendekaran serkeftin xwest. Barzanî bi bîr xist ku mamosteyên fedakar yên heyama 1993yan di wê serdema dijwar de, ji bo ku şeht li perwerdeyê nekeve bê mehane dixebitîn. Barzanî diyar kir ku divê ev mamoste her dem bên teqdîrkirin û got ku em îro jî gelek mînetdarê wan mamosteyên fedakar in, serkeftina îro bi saya hewldanên we hat bidestxistin.
Barzanî mînaka Koreya Başûr da û bal kişand ku gelek welat bi perwerdeyeke baş, tên cihên gelek baş û wiha axivî: "Wek mînak Koreya Başûr welatekî zehf hêjar bû û gelek zehmetî kişand. Ji ber ku di heyama pêvajoya xwenûkirinê de girîngî da perwerdeyê, îro bûye ji welatên herî pêşketî yên cîhanê. Em hêvîdar in ku welatê me jî bigihêje heman astê."
Piştî axaftinan Nêçîrvan Barzanî, Îsmet Muhemed, Berdevkê Hikûmeta HKIF Sefîn Dizayî û Waliyê Erbîlê Newzad Hadî zîla dersê lê xistin.