Li gor daxuyaniya Qaradawî ya li ser malpera wî ya fermî, Qaradawî ji ber 10emîn salvegera avabûna Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê beşdarî civîna Dohaya paytextê Qatarê bû. Qaradawî li wir wiha axivî: "Sunî li dinyayê cihên cuda aciziyê dikşînin, lê herî zêde jî Iraqa ku di bin serokatiya şiiyan de ev rewş heye."
Yûsif el-Qaradawî daxuyand ku lihevnekirina di navbera sunî û şiiyan de divê bi dawî bibe û bi bîr xist ku ji bo vê ew demek berê çûbû Îranê.
Qaradawî bal kişande li ser berberiya mezheban a li Rojhilata Navîn û got ku qeyrana li Iraqê dikare bi diyalogê ve çareser bibe.
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê Elî Qeredaxî jî got ku ji hin muxalifên sunî radîkal in û wiha axivî: "Ji suniyan herî zêde ji sedî 10 mensubên DÎŞIyê ne û şer dikin. Dema ku sunî mafên xwe bi dest bixin, wê demê ev rêxistin jî dê ji holê rabe."
Ev demek e li welêt pevçûn çêdibin û ji hêla desthilatiyê ve valahiyek heye. Ji ber vê jî milîtanên DÎŞIyê û hin eşîran bajarên Mûsil, Tikrît, Bakuba û Telafer û navçeyên El-Qaîm, Rawe, Aneh, Retbe û Hadîse yên Enbarê bi dest xistibûn. Ji ber van pevçûnan qasî milyonekî merivên sivîl koç kirin.