ANKARA
Dadgeha Zagonê der barê serlêdana pirtûka serokê rêxistina PKKê Abdullah Ocalan a ku dema pirtûka wî asta weşandinê de bû dest li ser hat dayîn û hat şewitandin de biryar da ku mafê wî hatiye binpêkirin.
Dadgeha bilind serlêdana Ocalan ya ji bo pirtûka wî ya bi navê "Manîfestoya Şoreşê ya Kurdistanê, Pirsgirêka Kurd û Çareserkirina Neteweya Demokratîk (Di pencika Jenosîda Çandî de Parastina Kurdan) lêkolîn kir. Piştî serlêdanê dadgehê biryar da ku dema Ocalan pirtûk nivîsand û ji bo ku biweşîne amadehî hat kirin, dadgehê dest da ser pirtûkê, pirtûk berhev kir û şewitand. Ji ber vê jî mafê wî hat binpêkirin.
14 endamên Lijneya Giştî ya Dadgeha Bilind ev biryar da, lê 3 endam beşdarî vê biryarê nebûn.
- Parêzerên Ocalan serlêdan kiribûn
Parêzerên Ocalan serlêdan kiribûn û di daxwaznameya xwe de gotibûn ku dema pirtûk asta çapkirinê de bû, Dadgeriya 2nimare ya Stenbolê ya ku bi madeya 10emîn a Qanûna Têkoşîna Terorê ve wezîfedar e di 21ê îlona 2012an de dest dabû li ser pirtûkê.
Di daxwaznameyê de parêzeran gotibû ku li gor Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Zagonê, li gor Peymana Mafên Siyasî gelek mafên wî hatin binpêkirin.