Li New Yorka bajarê DYAyê piştî ku polêsan welatiyê reşik Erîc Granerê 43 salî binçav kirin û bûn sedema mirina wî û li bajaroka Fergûsona bajarê St.Loûîsê jî du welatiyên reşik ên ku yek 18 salî û yê din jî 25 salî bûn, ji aliyê polêsan ve hatin kuştin, polês bûn mijara nîqaş û lêkolînê.
Navenda Lêkolînê ya Pewê û ÛSA TODAYê di navbera 20 û 24ê tebaxê de peyam şand telefonên hezar û 501 kesan. Di encamê de ji du amerikayiyan yek dibêjin ku polês li seranserê welêt wezîfeya xwe bi awayekî baş nakin, lazim e ku polês ji bo hemû koman heman muameleyê bikin û ji polêsên ku wezîfeya xwe nakin jî divê hesab bê pirsîn.
Di lêkolînê de ji 10 kesan 4 kes jî dibêjin ku polês amûrên xwe yên wezîfeya xwe nizanin baş bikarbînin û spiyên amerîkayî jî di tewdîrgirtinê de polêsan serkeftî nabînin.
Ji 10 amerikayiyên reşik 9 kesan got ku polês di bikaranîna hêz û muameleya wek hev de, sist in.