Türkan Tosun
2017 ж. 03 тамыз•Rojanekirin: 2017 ж. 04 тамыз
HEWLÊR
Hat ragihandin ji bo bajarê Telaferê ya ku ev 3 sal e di destê DEAŞa rêxistina terorê de ye û li der û dora wê bê rizgarkirin, operasyonê dest pê kir.
Li ser hesabê Twîtterê ya Haşdî Şebî ya ku Îran piştgiriyê didê hat daxuyandin hêzên biçek 17 gundên li başûrê rojhilat ê Telaferê ji destê DEAŞê xilas kirin.
Ji hêla din Cebbar Yawerê Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan jî daxuyand ku hin gundên li der û dora Telaferê qismek paşve hatin hildan.
Yawer destnîşan kir opersyona Telaferê li gor Mûsilê hêsantir e û wiha axivî: "Milîtanên DEAŞê li bajêr bê piştgirî ne. 5 mehan zêdetir e bajar ji hêla Haşdî Şebî va hatiye dorpêçkirin."
Tê îdiakirin li navenda Telaferê hezar milîtan hene, 40 hezar hêzên ewlehiyê wê beşdarî operasyonê bibin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî roja şemiyê gotibû ji bo rizgarkirina Telaferê operasyonek hatiye plankirin, hêzên ewlehiyê, Haşdî Şebî û Haşdî Eşaîr wê beşdarî vê operasyonê bibin.
DEAŞa rêxistina terorê ji 16ê Hezîrana 2014an vir ve Telafera ku 60 kîlomêtro rojavayê Mûsilê ye hildaye destê xwe.