2015 ж. 28 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 29 қазан
BEXDA
Endama Komîsyona Koç û Koçberan a Parlementoya Iraqê û Parlementera Tirkmen Nehle el-Hababî destnîşan kir ku li Telafera navçeya Mûsilê ji 416 jin û zarokên ku ji aliyê rêxistina terorê DAEŞê hatin revandin, hê jî xeberek nayê standin.
Hababiyê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da wiha got, "Dema ku rêxistina terorê DAEŞê Mûsil kir kontrola xwe û şûnde di kurtedemekê de navçeya Telaferê ya ku ji torkmenên şîe pêk tê jî kir destê xwe. Di vê kêliyê de gelek welatiyên me mecbûr man ku xwe bispêrin Bexda û herêmên ewledar ên welat, lêbelê li gorî qeydên me 416 jin û zarok ji aliyê vê rêxistinê va hatin revandin."
Hababiyê diyar kir ew dixwazin ku lîsteya tirkmenên revandî radestî Neteweyên Yekbûyî bikin û wiha xeberda, "Ji bo lîsteyeke têkûz em bi gelek malbatan re ketin têkiliyê. Mixabin ji ber hin sedemên civakî, malbat dixwazin ku jin û zarokên ku hatine revandin, veşartî bigirin. Ji ber ku agahiya di destê me da kêm e, alîkariya hewce ya ku me dixwast ji NYyê nehat stendin."
Di qada navneteweyî de qala jinên êzdî yên ku bi destê DAEŞê hatin revandin tê kirin, lêbelê li heman qadê behsa tirkmenan nayê kirin û Hababiyê jî ji bo vê xalê wiha got, "Sebebê di qada navteweyî de dengvedana êzdiyan, ji ber faktorên civakî ne ku ew di navê de dijîn."
Hababiyê bal kişand ku tirkmen ji behskirina mijara revandinê aciz dibin û gotinên xwe wiha kuta kir:
"Tirkmen civakeke misilman û mihafezekar in. Digel vê li herêmê hê jî eşîrtî bi hêz e. Herwekî ku min berê jî diyar kir, tirkmen ji qalkirina vê mijarê aciz dibin û naxwazin di çapemeniyê de cih bigire. Ji ber vê sedemê dengê wan pir qels ma û biqasî ku hewce dike di qada navneteweyî de deng veneda. Diyar e ku malbat jî di bin zexteke psîkolojîk de ne."