Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Cebbar Yawer wiha got: "Heta niha di pevçûnên di navbera pêşmerge û DÎŞIyê de 7 pêşmerge şehîd ketin û 36 pêşmerge jî birîndar bûn. Pêşmerge gelê me bi serkeftî diparêzin."
Yawer destnîşan kir ku firokeyên şer ên Hêzên Hewayê yên Iraqê do bi xeletî bombe barandin ser pêşmergeyan û wiha got: "Li navçeya Sadiyeya Xaneqînê pêşî topeke hewanê hat avêtin, paşê jî firokeyên şer bombe barandin. Wiha xuya dike ku li herêmê milîtanên DÎŞIyê û pêşmerge nêzî hev bûn. Pêşmerge li hêla Xaneqînê bûn, milîtanên DÎŞIyê jî li rojavayê herêmê bûn. Firoke ji bo ku piştgiriyê bidin pêşmergeyan hatibûn. Lê rokêtên ku avêtin li cem pêşmergeyan ketin."
Yawer diyar kir ku eleqeya wan bi operasyonên hewayî yên ku li Mûsilê li dijî DÎŞIyê tên kirin, tuneye, ev di teserufa artêşa Iraqê de ye.