Önder Beyter
2017 ж. 03 тамыз•Rojanekirin: 2017 ж. 03 тамыз
TRABLUS
Hat ragihandin ku keştiya leşkerî ya Îtalyayê ya bi navê Comandante Borsini ji bo têkoşîna dijî qaçaxçiyan û herwiha ji bo ku alîkariyê bide hêzên Ewlekariya Qeraxên Lîbyayê, gihîşt Lîbyayê.
Berdevkê Hêzên Deryayî yên girêdayî Hikûmeta Lihevkirî ya Neteweyî Eyûb Qasim di daxuyaniya xwe ya ku da ajansa fermî ya nûçeyan a Lîbyayê da diyar kir ku keştiya hêzên deryayî ya Îtalyayê gihîşt baregeha deryayî ya Trablusê.
Qasim destnîşan kir ku di keştiya îtalyan ku navê wê Comandante Borsini ye da çendek pisporên ji qadên cuda hene ku wê 5 rojan peywirê bikin. Qasim got ku keştiya leşkerî ya navborî di çarçoveya rêkeftina hevkariya di navbera Lîbya û Îtalyayê da hat baregeheke deryayî ya welatê wî.
Meclisa Nûneran ku navenda wê Tobrûka li rojhilatê Lîbyayê ye jî hişyarî dabû Îtalyaya ku ji bo têkoşîna dijî qaçaxçîtiyê, biryar wergirtibû ku hêza deryayî bişîne Lîbyayê.