Sevim Hatun
03 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
BEXDA
Alîkarê Serokomarê Iraqê Usame Nuceyfî got ku plana referandumê ya Kerkûka rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û herêmên binîqaş "talûke" ye.
Li gor daxuyaniya ji ofîsa Nuceyfî hat belavkirin, serokê sunî Nuceyfî ev hişyarî dema Balyozê Îngilistanê yê Bexdayê Frank Biker qebûl dikir da.
Nuceyfî di hevdîtinê de fikrên xwe yên der barê "referanduma serxwebûnê" ya HKIyê de parve kir û got ku referandum ji bo Kerkûk û herêmên li ser nîqaş tên kirin talûke ye.
- Statuya Kerkûkê
Amerîkayê wexta ku di 2003an da Iraqê dagir kir, hêzên kurdan jî Kerkûk bi fîîlî dest xist û piştî hingê gelek kurdan koçî bajêr kiribû.
Li gor benda 140emîn a Makezagona Iraqê ku di 2005an da hat nivîsandin, statuya Kerkûkê wiha hat plankirin; Kesên ku di dewra Sedam Huseyîn da bi darê zorê koç kirin, wê cardin vegerin, piştra li Kerkûkê nifûsê were jimartin û ji bo statuya wê referandumekê were kirin û rewşa dawîn were kifşkirin. Lêbelê ji ber hin sedem û lihevnekirinan ev bend hê nehatiye sepandin.
Bexda dibêje ku Kerkûk ji aliyê îdarî va girêdayî rêvebiriya navendî ye, kurd û bi taybetî jî YNK dixwaze ku Kerkûk tevlî Herêma Kurdistana Iraqê bibe. Tirkmen jî li dijî vê dertên û dixwazin ku Kerkûk bibe xwedî statuyeke taybet. Nifûsa bajêr, piranî ji kurd, tirkmen û ereban pêk tê.