Sevim Hatun
03 Tebax 2017•Rojanekirin: 04 Tebax 2017
ÎDLIB
Li Îdliba di bin kontrola muxalifan de ya dikeve aliyê bakûrê Sûriyeyê, ji bo zarokan kursa sobekariyê hat vekirin.
Hîndekarê sobebariyê Ebdulwahid el-Nakkir ji nûçegihanê AAyê re wiha daxuyand: "Em dixwazin bi hînkirina sobekariyê tesîra şer a ser zarokan sivik bikin."
Nakkir got ku ava hewzê bi rêbaza parzûnkirin û dermanan tê paqişkirin û wiha axivî: "Em dersên avjeniyê li gor astê didin zarokan. Ji bo dilê zarokan hinekî xweş bibe, kêfa wan bê em hewl didin."
Nakir wiha dewam kir:
"Wekî hîndekarê mamostetiyê gelek belgeyên min ên navneteweyî hene. Ez di vî karî de profesyonel im. Hêviya min ew e ku ez avjeniyê hînî zarokan bikim û bi wan bidim hezkirin. Niha 45 zarok hene. Jimara zarokan roj bi roj zêde dibe."