Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê ji peywirdarên Eniya Tirkmenan wergirt, DÎŞI ji bo bidestxistina Telaferê 2 rojan bi topên giran ên hewanê ve êrîş pêk anî û piştî ku herêm kir kontrola xwe bi qasî 30 tirkmenên şiî û hin polêsên herêmê kuştin.
Milîtanan bi topên hewanê gelek zirar dan rûniştgehan û Tirba Seyda Saad jî dan ber bombeyan û rûxandin.
Di pevçûnên li taxên para yên Telaferê de hin milîtanên DÎŞIyê bi destê yekîneyên sivîl ên tirkmen û polêsên herêmê ve hatin kuştin. Di vê navberê de di berxwedana li dijî DÎŞIyê de di nava yekîneyên sivîl ên tirkmenan de jinan jî cih girt.
- Tirkmen bi tîbûn û birçîbûnê re rûbirû ne
Piştî ku DÎŞIyê êrîş bir li ser Telaferê tirkmenan xwe spart Sîncara ku 50 kîlomêtre dûrî Telaferê ye û di destê pêşmergeyan de ye, lê li vwr jî bi birçîbûnê re rûbirû ne.
Hin malbatên tirkmen bûn mêvanê malbatên ku li Sîncarê dijîn, lê gelek tirkmenan jî xwe spart mizgeft, dibistan û înşeatên nêvcî.