Serokê Eşîra Tirkmenan Heyder Elî Çolak daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi şev li bajaroka Kayravana li bajarê Telafera girêdayî Mûsilê êrîşî konwoya ku tê de kesên çekdar hebûn, kirin. Çolak da zanîn ku di êrîşê de 10 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn.
Çolak got em texmîn dikin ku di konwoyê de milîtanên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê hebûn.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku ji fermandarên rêxistina Ceyşu'l Mucahîdîn (artêşa mucahîdan) a ku li bajarê Fellûceya girêdayî wilayeta Enbarê li hember hikûmetê şer dikin, Mihemed Seîd el- Cûmeylî bi teqandina mayîna ku di bin erdê de hatibû veşartin, mir.