23 Mijdar 2016•Rojanekirin: 26 Mijdar 2016
BEXDA
Hat ragihandin ku li Iraqê hejmara kesên ku ji ber operasyona kontrolkirina Mûsilê ji cih û warê xwe bûn ji 71 hezarî bihurî.
Wezîrê Koç û Koçberiyê yê Iraqê Casîm el-Caf di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir ku ji 17ê cotmehê ku operasyona kontrolkirina Mûsilê ya ji destê rêxistina terorê DEAŞê hatibû destpêkirin vir va bi tevahî 71 hezar û 119 sivîl ji cih û warê xwe bûn.
Wezîr Caf herwiha diyar kir ku 9 hezar û 53 kes jî vegeriyan ser cih û warên xwe yên li deverên kontrolkirî.
Ji hêla din Wezîr Caf got ku ewê bona koçberan li başûrê Mûsilê kampên nû ava bikin.