Sevim Hatun
24 Mijdar 2016•Rojanekirin: 25 Mijdar 2016
ANKARA
Navçeya Munbîçê ku dikeve aliyê bakûrê Sûriyeyê ji bo projeya korîdora terorê ya ku wê xeta sînor a PKK/PYDya rêxistina terorê bikeve navê girîng e. Ji aliyekê ve Tirkiye ji bo pêşîlêgirtina korîdora terorê zorê dide DYA û rêxistinê ji aliyê din ve jî terorîst ji bo projeyê bikine rewacê ji navçeyê venakişin.
Munbîç, li Sûriyeyê dikeve aliyê rojavayê Çemê Feratê û 30 kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye. Navçeya ser Helebê 26 kîlometrekare ye.
Piraniya nifûsa navçeya ku berî şer 100 hezar kes lê diman ereb in. Li navçeyê çend hezar kurd û tirkmen jî hene.
Munbîç, di şerê navxweyî yê temûza sala 2012yan de ket kontrola muxalifan. Di rêbendana 2014yan de jî ket destê DEAŞê.
-Pireya ku korîdora terorê digihîne hev
PKK/PYDyê qisma ku dikeve aliyê rojhilatê Çemê Feratê heta dawiya sala 2015an bi alîkariya DYAyê xist bin kontrola xwe.
Rêxistinê ji bo ku herêmên li aliyê rojhilat û herêmên li aliyê rojavayê bigihîne hev du dest bi xebatê kir.
Ji bo herêmên rojhilat û rojavayê bigihîne hev du lazim bû Munbîç û Babê jî ji DEAŞê xilas bike.
Munbîç ji bo rêxistinê wê bibûya pireya her du aliyan digihîne hev du.
Niha ji Hesekyê heta Munbîçê kontrol di destê PKK/PYDyê de ye. Rêxistin dixwaze Efrîn û Tel Rîfata navçeyên Helebê, navçeya Babê bike bin kontrola xwe û bi Munbîçê re girêbide.

-Bi alîkariya DYAyê Munbîçê kir kontrola xwe
DYAyê têkoşîna dijî DEAŞê wekî hincet nîşan da û bi vê wesîleyê PYD/PKKyê kir herêmê.
Rêxistinê bi piştevaniya êrîşên asmanî yên DYAyê DEAŞê ji MUnbîçê derxist.
PKK/PYDyê, ji ber nerazîbûna Tirkiyeyê, li herêmê wekî ku kontrol di destê ereban de ye nîşan da. Îdia kir ku li navçeyê milîtanên wê tune ne, "Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê" hene.
-Soza DYAyê nehat cîh
DYAyê soz dabû Tirkiyeyê ku wê piştî xilaskirina Munbîçê PYD/PKK ji herêmê vekişe.
Lê belê rêvebiriya Washîngtonê 3 mehe soza xwe ya "wê milîtan vekişin aliyê rojhilatê Çemê Feratê" bi cîh neanî.
-Munbîç di hedefa Tirkiyeyê de ye
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û hêzên Artêşa Sûriyeyê ya Azad ku di çarçoveya Herekata Mertalê Feratê de zorê didine ser Munbîçê.
TSK û OSOyê navçeyê ji bakûr û rojava ve dorbere wê girtin, 10 kîlometre nêzî navende ne.
Tirkiye hefteya borî bi êrîşeke asmanî li terorîstên ku ber bi Munbîçê ve diçûn da.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê Herekata Mertalê Feratê de got: "Ev ne bes e, em ê niha ji wê derê ber bi Munbîçê ve herin. Çima em ê ber bi Munbîçê ve herin? Li Munbîçe PYD heye, YPG heye. Bila ew jî wê derê biterikînin û derbasî rojhilatê bibin. Me ev got. Gotin 'Ew ê herin' me got 'bila herin.' Em dixwazin PYD û YPG wê derê bi tevahî vala bike."